Khaled Salih
Romana dawî ya Hiner Saleem a EZ Û EZ êdî bi kurdî ye. Jiyana min a piştî mirinê (Me and Me: My Life After Death). Ev berhem ji aliyê nûjenî û kûrahiya hestiyarî ya vegotinê ve yek ji berhemên baştirîn e. Ew sala 2024an ji fransî hat wegerandin û li Stenbolê ji aliyê Weşanxaneya Avesta ve hat çapkirin. Saleemê fîlmçêker û nivîskar bi berhemên xwe yên weke Vodka Lemon û My Father’s Rifle navdar e. Ew xwendevanan vexwendî nav hebûna piştî mirina Dilman Salim dike. Hişê lehengê wî Dilman Salim di nava xweliya xwe de dijî. Ev honaka wêrek romanê ji dilqê otobiyografiyeke tenê derdixîne û vediguherîne medîtasyoneke felsefî ya li ser nasname, mişextbûn derûniya mayînde ya giyanê mirov.
Di navenda vê berhema bêhempa de şêweyeke vegotina yekta heye. Dilman Salim zilamekî kurd e û li Akreyê ji dayik bûye. Xweliya wî di nava “‘şûşeyeke tirşiyê” de li navenda komeleyeke çandê ya li Parîsê ye. Ew bi nerîneke giyanî ya xweliyê hewl dide jiyana wî ya tevlihev vebêje. Ev ne vebeyaneke pasîf e. Berevajî vê Salim bi xweliya xwe re pêwendiyeke weke rexnegirekî hundirîn ên henekpêker û kontrpuaneke xweşbîn dideyne. Xwelî hebûna wî ya parçebûyî her bi bîra wî tîne. Ew “axaftina bi xweliya xwe re” dike ku demên wî yên dawî yên li Parîsê, zaroktiya wî ya li Kurdistanê û jiyana penaberiyê ya li Îtalyayê û welatên din ên Ewropayê bên bîra wî. Ew di nav serdemên jiyana xwe de bi awayekî hêsan û nerastûrê di nava hiş de derdikeve rêwîtiyekê.
Roman bi awayekî hêzdar li ser têgeha nasnameya li mişextiyê radiweste. Dilman di nava nakokiyekê de dijî. Ji aliyekî ve weke zilamekî kurd bi rayên mîrateya xwe ve girêdayiye û ji aliyê din ve ew endamekî “girseyeke mirovên bêwelat û maf e.” Ew dîsa bi awayekî zindî travmayên kolektîf ên mişextbûna bi darê zorê, komkujî û berxwedana bi berdewamî ya xwedanasînê dijî. Ew fîgurên weke Lloyd George, Woodrow Wilson û Georges Clemenceau yên dîrokî bi awayekî aşkere tawanbar dike. Ji ber ku wan piştî Şerê Yekemîn ê Cîhanê li gorî dilê xwe sînor xêz kirine û bûne sedem ku gel û malbata wî di nav dewletên çêkirî û şikestinbar de bên parvekirin. Herçiqasî ji şaristanî û nirxên fransî hez bike jî ew herdem xwe weke “biyaniyekî bê nasname” hîs dike. Bi vî awayî ew digihîje vê encamê “serê min welatê min e.” Ew li ser bûyerên weke ku çawa pêrgî dermansazekî tirk ê hebûna kurdan înkar dike û zehmetiyên li ser nasnameya çandî radiweste.

Saleem bi awayekî pisporane pêwendiyên malbatî yên tevlihev ku Dilman bi dirûv dikin teswîr dike. Dayika wî Heybetê weke fîgureke mîtolojîk derdikeve holê. Heybeta sembola êş û kulên kurdan jineke berxwedêr, oldar e. Ew ji bo kurê xwe her tiştî feda dike. Ji loma ew ji aliyê şarletanên olî yên weke Şêx Gul ve tê şêlandin. Bavê wî Şêro, weke mirovekî şanaz û neteweperwerekî demdemî tê nîşandayîn. Aliyên wî yên seyr û ecêb ên weke heyranbûna qralîçe Elizabetha II. û nîqaşên felsefî yên li ser simbêlên xwe hene. Hêviyên bêmiraz (hêviya ku Dilman bi jineke kurd re bizewice û bibe bavê gelek kuran) ên van fîgurên malbatî yên berevajî hevdû, bi taybetî nakokiyên hundirîn û gunehkariya Dilman ji kûr ve bi şêwe dikin. Daxwaza jineke kurd a bi îstiqrar ku “bîra xwe” bi hev re parve bikin, arezûya girêdana bi kelepor û mîrateyê derdikeve holê lê berevajî vê di dawiyê de bi jinên ewropî yên weke Nathalie re bi awayekî demkî dijî.
Wekî din roman bi şîroveyên tûj ên polîtîk û civakî dagirtiye. Dilman bi çavdêriyên xwe henekê xwe bi durûtiya olî, tewşiyên burokratîk (hewldana tomarkirina mirina xwe ya weke xweliyê) dike. Wekî din ew rijîbûna jiyana parîsiyan, depresyon û bêxanîbûna hevalê xwe Miso û hêvîşikestinên penaberên din bi awayekî tiraneyî rexne dike. Li Şamê bi îstixbarata Suriyeyê re serpêhatiyên nexweş tên serê wî. Li ser şaştêgihîştinên ku li Ewrop…